Talîban Efûyeke Giştî Derdixe

Talîbanê efûyeke giştî derxist û bang li karmend û rayedarên hikûmetê dike ku vegerin ser karên xwe.

Talîbanê bi daxuyaniyekê efûyeke giştî ji bo hemû karmendên dewletê ragihand û got, “Em her kesî efû dikin, lewma bi bawerî li karê xwe vegerin.”

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn diyar kir ku ew mal û milkên gelê Afgan diparêzin û li benda veguhastina desthilatdariyê bi rengekî aştiyane ne.

Doh Balyozê Rûsya yê li Kabûlê Dmitry Gernov tekez kir ku Talîbanê soz daye karmendên asayîşê û serbazên Afganistanê ku wan efû dikin û tu dozan li wan venakin.

Heta niha jî gelek Afganî hewl didin ku ji welêt birevin ji ber tirsa desthilata Talîbanê.

___

Kanada: Li dijî kuştina Zîna Emînî xwepêşandan

KDC

Berlîn : Navenda Rewanda Kurdistanî hate avakirin û çalakiya wan a yekem beşdarbûna bi deh hezaran xwepêşandanên li wî bajarî bû

KDC

Peter R.de Vries jiyana xwe ji dest da

KDC
KDC

FREE
VIEW