bo birêzan ji Navenda Revenda Kurd zor birêz

Pîrozbahî

Pîrozbahiya birêveçûna kongreya Navenda Revenda Kurd dikin

“Eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek”

em ji desteya serokatiya DKFG e.V. radigehînin ku seroka komeleya me xatûn Ziyan Ahmed weke mêvan û çavdêr beșdarbû di birêveçûna kongreya navenda revenda kurd li bajarê Hewlêrê di navbera rojên 4-6.12.2021 bi amadebuna rêberê Kurdistanê û zêdetir ji 140 endam û hejmareke ji mêvanên hundir û derve.

em bo her kar û xebateke bi vî șêweyî dest xweșî û alîkarî û piștevaniyê dikin û daxwaza serkeftin û pêșdaçûnê bo dikin û bi hêviya helgirên peyama rêberê Kurdistan û hemû Kurdistaniyên derve bin, jiberku îro bihtir ji her rojeka çûyî pêwîstiyame yekxistin û nêzîkbûn û dirustkirina lobya kurdî heye.

Dujimî em pertaze kirine, yekxistin bi sanahî nabe, lê belê divê em kêșe, alozî û duberekiyên xwe li derve bihêlîn û bêyîn bi hevra xebatê bikin bo yek peyam û yek helwîstî, yekbuna me canê canguriyan û rêberên me yên nemir șad û bextewer dike, ji bo wê em piștgirî dibdin her bizav û gavekî ku xizmeta Kurdistanê da bît.

Dobare pîrozbahiyên xwe arasteyî we yên birêz dikin, bi hêviya bihtir xizmetkirina revenda kurdî bikin.

Hemîșe serkeftî bin….

Armanc Agîd Nêrweyî
Cêgirê seroka Komela Dostaniya Kurd û Elman
10.12.2021 Berlin

KDC

FREE
VIEW