Dexsîna dilê min

 

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e

Welatê wan li pişta wan e

…û jiyana wan geryan e

Derbas dibin tixûbên dûr

…û sînor di zimanê wan de nehane

Dexsîna dilê min ji van zarokan e

Evên ku bi roj dilîzin,

Dibezin…

Dimîzin…

…û di xewnê de lîstikan dibînin

…û hêviyên mezin ji xwe re diçînin

 …û nizanin ku ba tijî jehr e

Av tijî jehr e

…û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin

…û her tiştekê ku em dixun…

Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e

…û ji van tirênan e

Evên ku di şeva reş de

Dibezin di rê de

Derbas dibin tixûbên welatê min

…û hîn wê de…

Tenê xwe rûdinim

Di bêdengiya şevê de

Weke melayê di nimêja sibê de

…û dostan di bîra xwe de

Yek bi yek dijmêrim

Li deriyê malê dinêrim,

…û guh didêrim,

         ku yek ji wan bê

          di vê tenahiyê de…

Xerîbiyê!

Te hestiyê min hêra

Ezê giliyêd xwe bikim

Lê ji kê re

      Ji kê re…

Dexsîna dilê min ji van hunermendan e

Kela dilê xwe dirêjin

…û hesretên xwe dibêjin

  …û jiyana wan eşq û stran e

Xerîbiyê!

Te ez girtim bi dava

Weke mirovê kûr ji herdu çava

Te lingêd min xistin kemenda

…û bi ser de anî lehiya van derda…

Xerîbiyê!

Ezê xwe azakim ji van koletiya

…û ji van derda…

Ezê xaniyekî xwe li gundê xwe avakim

…û bîranînêd xwe ji razanê rakim

Ezê divîtê xwe bavêjim

…û van dilopên xwîna dilî narêjim                                          Narêjim…                              1986

KDC

FREE
VIEW