Talîban Li Efxanistanê Mîrîtiya Îslamî Radigihîne

Tevgera Talîbanê, Mîrîtiya Îslamî li Afganistanê ragihand û şandeyên dîplomatîk piştrast kir ku ewlehî û jiyana karmendên wan dê li Kabûlê were parastin û Afganistan ji bo tu welatekî cîran nabe metirsî.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabihullah Mucahîd di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku sîstema siyasî ya Afganistanê dê Mîrîtiya Îslamî be û li ser binemayê qanûnên Îslamî be.

“Piştî salekê ji têkoşînê, me karibû hêzên dagirker ji welatê ku ji bo hemû gelê Efxanistanê rûmet e derxin” û wiha got: “Êdî şer bi dawî bûye û efûyeke giştî derketiye, hesab ji tu kesî nayê pirsîn û her kes azad e.”

Berdevkê Talîbanê weha jî got, ku Mîrîtiya Islamî Neteweyên Yekbûyî û hemû balyozxane û şandeyên diplomatîk ên li Kabûlê misoger dike ku asayiş û jiyana karmendên wan parastî bin û dê tirs û dilgiranî nemîne. Tekezî li ser wê jî kir ku ew dê welatên cîran piştrast bikin ku Afganistan nabe metirsî bo ser asayişa tu welatekî.

Di bareya karê medyaya Afganistanê de jî Zabihullah Mucahid gilî kir û got, ku wan ne xwestiye rojnamevan û dezgehên ragihandinê ji welêt derkevin û bi mercê ku rêz li prensîbên Îslamê bigirin û bi yekalî nûçeyan belav nekin.

___

Iraq: Cara Sêyemîn a Vîrûsa Koronayê Ji Welatiyan Re Nayê Dayîn

KDC

Yekîtiya Ewropa Wê Cezayan Bide Belarûsê

KDC

Îsraîl û Rûsya Ji Bo Derxistina Îranê Ji Sûriyeyê Wek Hev Difikirine

KDC
KDC

FREE
VIEW