Festîvala Navdewletî Ya Silêmaniyê Dê Bê Paşxistin

Wê Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmanêyê bê paşxistin û rêveberiya vê festîvalê dibêje wan ji ber hilbijartinên Iraqê paşxistiye.

Rêveberiyê, di beyannameyekê de ragihandiye ku salane dê Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê di meha Çirîya Yekem de bê li darxistin, lê îsal wê heta meha Mijdarê bê paşxistin.

Di vê daxuyaniyê de wiha jî hatiye gotin ku dê ji ber hilbijartinên Parliementa Iraqê festîvala îsal paş bikeve.

Biryar e ji roja 11/11/2021 heta 17/11/2021an Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmanîyê bê li darxistin.

___

Kurtiyek Li Ser Kar Û Armancên Navenda Revenda Kurd 

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kurdên Êzidî Kir

KDC

Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku nifûsa sê welatan ji sedî 50 dakeve

KDC
KDC

FREE
VIEW