Ji Rayagiştî Ya Demokratîk Re


Ev çend roj in ku Tirkiyê çendîn êrişên asmanî bi ser Herêma Kurdistana Başûr, li gund û bajarokên kurdnişîn pêk anîne. Tirkiye ev çend sal in bi heniceta terorê, hem li Iraq û hem jî li Sûriyê êrişê esmanî dike û bi taybetî jî li dijî herêmên Kurdan êrîşan pêk tînin. Ti mafê Tirkiyê tune ye ku li derveyî sînorên xwe êrîşî gund û bajarokên Kurdistanê bike û xelkê sivîl ji xwe re hedef bigrê.
Tirkiye bi salane di warê mafê mirovî ya Navdewletî de ti guh nade yasayên Dewletên Yekbûyî. Êrîşên Tirkiyê hem li Sûriyê û hem li Iraq û herêma Kurdistanê xeterek mezine li ser asayîş û aramiyê.
Rejîma Tirkiyê, bi êrîşên xwe hewl dide ku daxwaza rewa yên netewî û demokratîk ya gelê kurd sist û bê deng bike.
Bi taybetî jî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê ku di 25.09.2017´an de hatibû li darxisti, êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistanê zêdetir bûye. Bombebaran kirina Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye wek karekî rûtînî,Erîşên esmanî li ser rojavayê Kurdistanê her berdewam e, bajarê Efrînê bi leşkerên xwe ve dagîrkiriye û li Efrînê walî tayin tayin kiriye û di dibistanan de zarokan bi tirkî perwerde dikin. Bi vekirî li ber çavên hemû Cîhanê, Efrînê kiriye koloniya xwe!
Konfederasyona Navenda Kurdistanî, êrîşên rejîma Tirkiyê yên li ser gelê Kurd de şermezar dike.
Em bangê NY û YE û bangê hemû hêzên demokratîk dikin ku pêşî li erîşê Tirkiyê bigrin û piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC)
Stockholm 2023-12-28

KDC

FREE
VIEW