EFRÎNA RENGÎN…!! 

Per delal û raperîn e
Ew Efrîna nav şêrîn e
Î ro dîsa dil berîn e
Qedera reş Çav bixîn e

Dejmenê heo dilêlîne
Ser xaka wê xwe
debîne
Agirê sor vêdixîne
Ji Dêrikê ta bighe Efrînê

Ma qey çavên te tarîne?
Va bûn deh sal tu babînî
Çavan vekin bimezînin
Gund û Bajar vala bûne

Erebên Reş cî gertîne
Qada şêrîn vegirtîne
Xelil û rewša te birîne
Nav û dengên te dizîne

Miltê te ne xuya ye
Ser sînora te belaye
Dîlbera te perîşane
Xweşka Hewlêr ew nîşane

Wa delalê dil berînê
Ey Efrîna nav şêrînê
Waş û kanî reş û şîn e
Serkaniyê gerî û şîne

Efrîna me dinalîne
Kobanê jê re denalîne
Dayika Arif dilorîne
Dara Zytun tê birîne

Wa dellaê nû gihayê
Ey Rojava nav bûhayê
Xemil û rewşa te hêja ye
Qelen Xwîna sorgula ye

EMEL HESEN

KDC

FREE
VIEW