Koçberên Ku Tirkiyeyê Sirgûnî Sûriyeyê Kiribûn Wê Werin Kurdistanê

Ajansa serekî dibêje ku koçberên Kurd yên hatine dersînorkirin bo Sûriyeyê di çend rojên borî de bo Herêma Kurdistanê werin vegerandin.

Arî Celal îro roja îniyê ragihand ku karên li gel wezareta penaberan û wezareta derve ya Iraqê bi dawî bûne û niha li benda temambûna karê yasayî li gel Hikûmeta Kurdistanê ne da ku tevahiya penaberên Kurd vegerînin welêt.

Her wiha destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya koçberan baş e û niha li kampê ne û tu xeterî li ser jiyana wan tune ye.

Roja Sêşemê 55 koçberên piştî ku hewl dan xwe bigihînin Ewropayê hatin girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve ber bi Sûriyeyê ve hatin şandin û radestî Eniya Nûsra hatibûn kirin.

___

Konfederalî û navenda rewanda kurdistanî şeva yekema xweşbînîya neteweyî saz da 

KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn

KDC

Li Yewnanîstanê penaberekî Kurd di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da

KDC
KDC

FREE
VIEW