Polonya Li Sînorê Belarûsê Dîwarekî Lê Dikiye

Polonya ji bo ku koçber derbasî xaka wan nebin, lêkirina dîwar li ser sînorê xwe bi Belarus re ragihand, ji ber ku ew ji derbasbûna koçberan di riya welatê wan re ditirse.

Polonya niha di navbera sînorê xwe û Belarûsa Rojhilat de têlên 2,5 metre bilind ava dike û ev jî ji ber hejmara zêde ya koçberên ku bi rêyên neqanûnî derbasî welatê wan dibin û Belarûs li pêşiya wan nabin asteng.

Wezîrê Parastinê Marios Blaszchak li ser Twîtterê wiha nivîsî: “Tê plankirin ku zêdetir leşker li ser sînor bên bicîhkirin ligel cerdevanên sînor û çavdêriyê.” Wezîrê Parastinê Marîos Blaszçak di berdewamê de li ser twîtterê wiha nivîsî: “Ji xwe ji sînorê Belarûs ê 418 kîlometreyî 900 leşker hatine wezîfedarkirin.

Di dawiya meha Gulanê de Serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko ragihand ku Mînsk dê rê li ber koçberan negire ku ew di ser axa wan re derbas bibin û ji wir jî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin. Ev jî bersiva tundkirina cezayên Welatên Rojavayî li ser welatê wî.

KDC

FREE
VIEW