Yewnanistan Wê Ji Bo Koçberan Kampeke Nû Ava Bike

Dewleta Yewnanistanê roja Sêşema borî ragihandibû ku çar kes bi tawana têkdana alavên avakirina kampa nû ya koçberan li girava Vastria girtine, şêniyên giravê ne razî ne ku kamp ji bo penaberan were ava kirin.

4 kes bi tawana têkdana alavên çêkirina kampeke nû ya koçberan li giraveke Yewnanistanê hatine girtin, navenda nû ya ku tê avakirin li bakurê girava Vastriya ya Yewnanistanê ye û biryar hatiye dayîn ku di Îlona 2022an de vebe û 3 hezar penaber lê bicih bibin, lê şêniyên giravê li dijî vê projeyê ne.

Berî çend rojan li dijî çêkirina kampa Vastrîa ya nû ya penaberan ku 30 kîlometre li bakurê giravê xwepêşandan hatin lidarxistin û 6 kesên ku tê îdîakirin tevlî şîdetê bûne hîn nehatine girtin.

Rewşa kampa nû ya Vastria alozî û protesto bi xwe re anî, ku şêniyên wir êdî naxwazin giravê bikin xaleke veguhastinê ji bo koçberên ku dixwazin derbasî Yekitiya Ewrûpayê bibin û hewl didin projeyê rawestînin.

Tê plankirin ku ev kamp di Îlona 2022an de bê temamkirin û mesrefa wê bi texmînî 87,5 mîlyon Euro ye, ku 3 hezar koçber wê tê de bi cih bibin û şert û mercên jiyanê yên guncaw ji bo penaberan bên dabînkirin.

Li gorî rayedarên Yewnanistanê, kampa nû wê cihê kampa Morîa bigire ku di sala 2020an de hatibû şewitandin û di encamê de 4 ciwanên Afgan ji bo ku bi zanebûnî agir bi kampê xistine hatine ceza kirin.

KDC

FREE
VIEW