Piştî daxuyaniya Nûrî Malikî serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ku êrîşî tevgera Sedr kiribû. Sedriyan jî bersiva wî dane û gotine, “Em wî wek rikeber nas nakin.”
Endamê Tevgera Sedr, Îsam Huseyn ragihand û got, stêrka Nûrî Malikî vemiriye û niha ew ne ew stêrka ye ku ji pencereyê xuya bike. Ew gihiştiye xala bêhêvîtiyê û baştir ew xwe xanenişîn bike, ji ber ku em wî wek rikeber nas nakin.
Bi gorey pêşbîniya endamê Tevgera Sedr, lîsteya Malikî sê beşên kursiyên xwe ji dest daye û wê 18 kursiyan bi dest bixin.
Ev yek di demekê wisa de ye ku Malikî ragihandibû ku Sedrî nikarin dengekî zêde wergirin.