Ava Gola Ûrmiyeyê Gelekî Kêm Bûye

Planên Hikûmeta Îranê yên ji bo vejandina gola Ûrmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê tu encam negirt û mezinahî û asta avê jî li gorî par bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Rayedarê navenda hişkesaliya neteweyî ya Îranê diyar kir ku rewşa Gola Ûrmiyeyê li gorî demên borî nebaş bûye.

Ajansa Îsna ya Îranê li gorî serokê Îdareya Avê ya Parêzgeha Urmiyê diyar kir ku asta ava Gola Urmiyê li gorî sala borî 63 santîmetre kêm bûye û bûye sedem ku mezinahiya Gola Ûrmiyeyê ji 3 hezar û 655 kîlometreçargoşe dakeve 2 hezar û 194 kîlometreçargoşe.
Li gorî îstatîstîkan, Gola Ûrmiyeyê îsal li gorî sala borî bi qasî 1.461 kîlometreyî biçûk bûye û ev yek bi giştî yek ji çar parên mezinahiya golê ye.

___

Tahir Hewramî pêşwazîya grûpa dostanîya Kurd û Almaniya kir 

KDC

Şîfa Barzanî: Divê em piştgiriya doza rewa ya Kurd bikin û lobîyeke bihêz û bi bandor ava bikin

KDC

QAMIŞLO …!!

KDC
KDC

FREE
VIEW