Di Hilbijartina Parlamentoya Almanyayê De Wê Hejmareke Zêde Ya Biyaniyan Xuya Bikin

Di hilbijartinên parlementoya Almanyayê de, bi hejmareke zêde ji kursiyan bo cara yekemîn e parlemanterên biyanî hatine hilbijartin û hejmara wan 83 kes in.

Armand Tsorn ê di 12 saliya xwe de hatiye Almanyayê û li Kamerûnê ji dayik bûye. Ew namzetê Partiya Demokrat a Sosyalîst a Almanyayê ye, dest bi wezîfeya xwe ya parlamenteriyê kir. Dema Tsron yekem car çû salona parlamentoyê, ew bi tirs û xof bû û got, “Ya ku niha heye berpirsyariyeke taybet e û ez fem dikim ku ez ê bi baldarî biryarê bidim.”

Tsorn yek ji 735 parlamenteran e. Tsorn ê ku di hilbijartinên 26ê Îlona 2021ê de bi ser ket di hevpeyvîneke xwe de li gel DW, destnîşan kir ku yekem rûniştina fraksyona parlemanî ya partiya wî wekî tevlîheviyeke cûrbecûr hate dîtin, di asta nijad, netewe an jînenîgariya parlamenteran.

Di lêkolîna Enstîtuya Entegrasyonê ya Mendiendiesten a li ser tevlîheviya etnîkî ya parlamenteran de hat dîtin ku 83 parlamenterên nû hatine hilbijartin. Ew 83 kesana ji dê û bavekî Elman nehatine dinyayê.

Rêvebirê Encumena Koçberiyê ya Federal Dentz Nergs di hevpeyvînekê de ligel DW ragihand ku ew pêşketineke erênî ji cûrbecûr perlemanteran bo perlemantoyê dibînin, ew jî erênîtir e û di komê de gelek rengên cûda hene, wek mînak, bêhtir Afrîkî û siyasetmedarên Tirkiyeyî hene.

Herî zêde di nav partiyên çep de parlamenterên biyanî hene ku rêjeya parlamenterên biyanî li gorî parlementoya berê ji sedî 8,2 ji bo ji sedî 11,3an zêdetir bû.
Li gorî lêkolîna ji aliyê Enstîtuya Entegrasyonê ya Mendiendiesten ve hatiye kirin, di nav partiyên çep de parlementerên biyanî zêdetir in. Partiya Sosyal Demokrat partiya Tshorn di rêza duyemîn de ye û ew jî ne biyanî ye, Tshorn: “Li gorî min refleksa ruhê serdemê ye û divê hemû alî deriyên xwe vekin, lê em hê negihiştine wê asta ku em dixwazin. Dînts Nergîs ê ku nameya doktorayê li ser siyasetmedar û siyasetmedarên biyanî nivîsandiye got, “Partiyan di hilbijartina dawî de ne tenê weke namzetên yekser, di heman demê de ew xistin lîsteya namzetan a lîsteya partiyan û vê yekê kir ku ji bo wan hêsantir bêne hilbijartin ji bo parlamentoyê.”
Ev jî berovajîyê 10 salên derbasbûyî ye, ku kandîdên biyanî di lîsteyên partîyên xwe de bûn û derfeta ketina nava parliyamentê dijwar bû.

Soran Hesen

___

Ji Rayagiştî Ya Demokratîk Re

nusar1

NASA’s Hubble Space Telescope may be permanently lost

kurdish dc

konfederasyon û navenda revenda kurdistanî wê beşdarîyê di sazdana xwepêşandanan de li Swedê bikin 

KDC
KDC

FREE
VIEW