Şandeke Navenda Revenda Kurd Serdana Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDKê Kir

Di çarçêweya serdanekê de berpirsên Navenda Revenda Kurd li derve û şandeyekê serdana Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê kirin. Şande ji aliyê Emîr Gorcîs û çend endaman ve hate pêşwazî kirin û guftûgo li ser çend mijaran kirin.

Duh yekşemê, di 08.08.2021an de Tahir Hewramî berpirsê Navenda Revenda Kurd li derve û şandeya pê re ku ji Hewraman Elî Tofîq berpirsê ragihandinê û Kejal Derwêş berpirsê peywendîyên giştî pêk dihatin serdana Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê kirin. Di vê serdanê de behsa mijarên giring ên wek pirsa peywendiyên Kurdên li derve û çalakiyên Navenda Revenda Kurd û pirsên din ên girêdayî her du alîyan hatine kirin. Girîngiya berdewamiya peywendiyan û qala hevkarîya di navbera herdu alîyan de hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê civînê de behsa mekanîzm û girîngiya ji nû ve sazdana Herêma Kurdistanê li dîasporayê jî hat kirin û behsa hevkariya di navbera dezgehên Kurdistanî yên li derveyî welêt de jî mijara civînê bû. Ji bo xizmetkirin, pêşvebirin û danasîna doza Kurd li derveyî welêt, piştevanîkirin ji bo ezmûna siyasî û demokratîk a Herêma Kurdistanê û her wiha hewlên yekrêzîya dezgehên civaka Kurdistanê li derve hate kirin. Di bin siya şîret û nêrînên Serok Barzanî bo Kurdistaniyan di pirsên neteweyî û nîştimanî de ku ew jî girîngiya yekbûna li derve û sûdwergirtina ji karûbarên xelkên Kurdistanê yên derveyî welêt de ye divê wek rêbaz were girtin.

KDC

FREE
VIEW