Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

Hêzên Asayişa Komara Îslamiya Îranê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî kirine û paşê jî ew desteser kirine.

Êvara roja çarşem a 6 Cotmeh 2021an Hêzên Rêveberiya Îtlaat a Pîranşarê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî ê bi navê Hîwa Mûsazade kirine û birîndar kirine.

Li gor çavkaniyekî, Hîwa Mûsazade yê ji gundê Xeraba yê nêzikî sînor ji aliyê Hêzên Îtlaatê ve hatiye gulebarankirin û pişt re hatiye girtin.

Di berdewamê de diyar kir ku Hêzên Îtlaatê bêyî ku hişyar bikin, teqe li lingê hevwelatiyê sivîl kirine û di dema desteserkirinê de jî lê xistine.

Hêjayî gotinê ye ku heta amadekirina vê nûçeyê sedema girtina Hîwa Mûsazade û cihê girtina wî ne diyar e.

___

Li Elmanyayê rêjeya enfeksiyona koronayê

KDC

Kurdek Bû Wezîrê Perwerdehiyê yê Brîtanyayê

KDC

How to bridge the gap between sales & marketing

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW