Navenda Revenda Kurd Li Brîtanyayê Hate Damezrandin

Di bin sîwana Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt de civîneke taybet ji bo damezrandina Navenda Brîtanyayê li ser înternetê hat lidarxistin û akademîsyen û çalakvanên sivîl ên ji hemû parçeyên Kurdistanê û olên cûda beşdar bûn.

Doh êvarê li Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt bi beşdariya akademîsyen û çalakvanên medenî yên Kurd ji parçeyên cuda yên Kurdistanê û olan li ser damezrandina Navenda Revenda Kurd li Brîtanyayê civînek li ser înternetê li dar xistin.

Weke koma damezrîner a Navenda Londonê, kesayetî, aktîvîst, ciwan û jinên Kurd bi kêfxweşî li benda wê rojê bûn. Hin ji wan bo çalakiyên sivîl hatin erkdarkirin. Ev erk ji bo ku Kurdên Brîtanyayê bêhtir di bin sîwana Kurdayetiyê de bicivin û xizmetê ji nifşên me yên pêşerojê re bikin bû.

Di destpêka civînê de bi kurtî ji aliyê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ve, qala mebesta damezrandina navend û çalakiyan, ji destpêka damezrandina navendê heta vê qonaxê û gavên pêşerojê kir û paşê beşdaran nêrîn û ramanên xwe anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye ku di dawiyê de desteya çavdêr, erk û armancên Navenda Revenda Kurd a Brîtanyayê diyar kir û bi vî awayî Navenda Brîtanyayê jî piştî navendên li Almanyayê yên li Dusseldorf, Nurnberg û Hanoverê, li Swêdê, Fînlandiya, Norwec, Danîmarka, Holanda, Belcîka, Swîsre, Fransa, Avûstûrya û Rûsya hate avakirin.

___

Webînarek li ser erk û mijara diyaspora û stratejiya neteweyî hate saz kirin

nusar1

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Cejna Remezanê Pîroz Kir

KDC

Di Salvgera Koça Dawî Ya Dr. Nûredîn Zaza De Navenda Revenda Kurd Peyamek Weşand

KDC
KDC

FREE
VIEW