Şaredarekî Swêdî Kiryara Cuda Li Penaberan Dike 

Şaredariya Stavanstorp bi alîkariya penaberên Ûkraynayî kêfxweş e lê li dijî pêşwazîkirina penaberên welatên din e, ji ber vê rexne lê hatine girtin.

Şaredarê Partiya Mûxafazakar Chrîstîan Sonîson da xuyakirin ku ew matmayî nemaye û wan rexneyan ji xwe re nake xem ku hin kes gelekî bi fikar in û nikarin xwe kontrol bikin.

Şaredariya Stavanstorp a ser bi eyaleta Skona, wek gelek şaredariyên din ên Swêdê, amadebûna xwe ya ji bo wergirtin û alîkariya penaberên Ûkraynayê nîşan dabû.

Sonison destnîşan kir ku rewşa heyî bi temamî cuda ye û Swêdî sempatîzanê Ûkraynayiyan e.

Stavanstorp yek ji şaredariyên bajarê Scone ye ku ji sala 2015an û vir ve rêjeya herî kêm a penaberiyê wergirtiye, şaredarî û serokê wê ji ber helwêsta cuda ya pirsgirêkên penaberan tên rexnekirin.

Christian Sonisson ê ku bi nijadperestiyê tê tawanbarkirin li dijî wê sekinî û got: “Ez cudahiyê naxim di navbera çerm, reng û ol lê ez tenê dikarim bêjim ku penaberên Ûkraynayî xwedî sedemeke rast û aşkere ne ku divê em wan biparêzin.”

KDC

FREE
VIEW