Çîn Li Ser Derbasbûna Keştiyên DYA û Kanadayê Hate Deng

Artêşa Çînê Amerîka û Kanadayê tawanbar dike ku heftiya borî keştiyên cengî birin tengava Taywanê û got ku wan aramî û aştiya herêmê xistine metirsiyê.

Çîn, Taywan wek beşeke ji axa dibîne lê Taywan vê yekê red dike, ji ber vê jî fişara leşkerî li ser Taywanê zêde kiriye. Çînê vê dawîyê nêzîkî 150 firokeyên cengî li ser herêma parastina esmanî ya Taywanê re firand û alozîya navbera xwe û Taywanê zêde kir û civaka navneteweyî xembar dike.

Artêşa Amerîkayê roja ragihand ku sedema derbasbûna keştiyên cengî yên wan Diwy û Winpegê ew bû ku xwe û hevpeymanên xwe bigihîne deryayên azad.

Rêveberiya Artêşa Çînê jî dibêje, hêzên wan çavdêrîya keştîyan kiriye û di dema derbasbûna keştiyan amadebaşiyê de bûne. Amerîka û Kanada xwestine ku pirsgirêkan çêkin û aloziyê derxin.

___

Navenda Revenda Kurd Li Almanyayê Du Hevdîtinên Girîng Lidar Xistin

KDC

Li Geverê Xwepêşandan Hate Lidarxistin

KDC

Pisgirêkên çûdabûnê û berdana di nav bera Hevjînan de

KDC
KDC

FREE
VIEW