Di peyamekê de, Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt pîrozbahî li Ezîz Bedrî kir, ku wek Serokê Yekitiya Kurdên Kazaxistanê hat hilbijartin.
Peyama Pîrozbahiyê:
Em bi navê xwe û hemû gelê Kurdistanê ji dil pîrozbahî li Kurdê resen, welatparêz û neviyê Bedirxaniyan Ezîzê Zîyo Bedirxan dikin ku wek Serokê Yekitiya Kurdên Kazaxistanê hatiye hilbijartin.
Em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt kêfxweş û hêvîdar in ku çi ji destê we bê dê ji bo Kurdên Kazaxistanê bikin û em hêviya jiyaneke dirêj û serkeftinê dikin.
Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt
22.10.2021