Li bajarê Turko yê Fînlandiyayê, Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ji aliyê şaredar û du endamên meclîsa bajêr ve hate pêşwazîkirin.
Îro li bajarê Turko yê Fînlandiyayê li şaredariya bajêr ji aliyê şaredar û du endamên şaredariya Turko (Muhîs Ezîzî û Burhan Ehmedî) ve ji bo Navenda Revenda Kurd pêşwaziyeke fermî hate kirin û îro danê sibê li şaredariyê xwarinek xwarin. Tê de behsa gelek mijarên hevkariya di navbera revenda Kurd û encumena şaredariya bajêr de hat kirin.