Almanya Ji Bo Belarûsê Li Cezayeke Nû Digere

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haiko Mas roja çarşemê ragihand ku welatê wî piştgiriya cezayên nû yên Ewropayê li dijî Mînskê dike, di heman demê de serokê Belarûsê Aleksander Lukaşînko wî tawanbar dike ku koçberan dişîne sînorê welatê xwe yê bi Polonyayê re û ev jî wek bê wijdanî bi nav kir.

Mas di daxuyaniya xwe de got, “Yekîtiya Ewropa ji bo dirêjkirin û tundkirina cezayên li dijî rejîma Lûkaşînkoyê dixebite.”

Ewropiyan bi hefteyan e Lukaşînko tawanbar dikin ku koçberan tîne û dişîne sînorên welatê xwe yên bi Lîtvanya, Letonya û Polonyayê re û li dijî cezayên ku Brûkselê li ser Belarûsê danîne, piştî ku di sala 2020an de li dijî muxalefetê tundûtûjiyeke hovane hate kirin.

Bi hezaran koçber roja Sêşemê li ser sînorê belarûs û Polonyayê li hev civiyan, hem hikûmeta Belarûsê hem jî rejîma Lukaşînko sûcdar kirin ku gefekê li ewlekariya Ewropayê dixwin.

Mas di wê baweriyê de ye ku tiştên li ser sînorê Belarûsê qewimîn xetere ye, hişyarî da ku Yekîtiya Ewropa amade ye cezayan li ser welatên ku koçberan dişînin Belarûsê, ferz bike.

Destnîşan kir ku divê destûr neyê dayîn ew kesên beşdarî çalakiyên li derveyî mirovahiyê yên Lûkaşînkoyê bûne bê ceza bimînin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê Êrîşa Dijî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Bernê Şermezar Kir

KDC

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Bi Wezîrê Perwerdeyê Re Lidar Bixe

KDC

Li Yewnanîstanê penaberekî Kurd di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da

KDC
KDC

FREE
VIEW