Îsraîl Ceribandina Vaksîna Çaremîn Dikiye

Îro roja duşemê dê Nexweşxaneya Mezin a Îsraîlê ji bo derziya çaremîn a li dijî coronavirusê biceribîne. Ceribandinê wê li ser 150 karmendên nexweşxaneyê bikin ji bo nirxandina bandor û reaksîyonên wê.

Beriya niha Navenda Tibê ya Şîba ya li Til Avîvê aşkere kiribû ku çaremîn derziya li dijî koronavîrûsê bandoreke baş dike û ev yek jî pêşî li corona-omycron a nû digire û di heman demê de bandorên wê yên xirab jî gelekî kêm in.

Wezareta Tenduristiya Îsraîlê hîn biryar neda ye ku derzîya çaremîn li dijî coronavirusê bê bikaranîn û heger ew biryarê bidin, dê bibe welatê yekem ku derziya çarem bi karanîye.
Îsraîlê heta niha hezar û 118 dozên piştrastkirî yên belavbûna bilez ji cureya omîkron tomar kirine û hejmara kesên bi enfekte her du rojan carekê du qat zêde dike.

Komîteyeke pispor li Wezareta Tenduristiyê derziya çaremîn a Pfizer û Biontech ji bo Israîliyan pêşniyar dike, nemaze ji bo yên ser bi 60 salî ve an jî ji bo kesên ku derziyên sêyemîn bi kêmî ve çar meh berê wergirtine. Lê belê erêkirina dawî ji aliyê rêveberê giştî yê wezaretê ve wê bê dayîn, ji ber ku tê nîqaşkirin gelo wê agahiyên zanistî yên baş ji bo kampanyaya parastinê ya derzîkirinê ya çaremîn a nû bên bikaranîn an na.

KDC

FREE
VIEW