Rûsyayê Bersiv Daye Polonyayê

Krîza koçberan a li ser sînorê Polonya û Belarûsê piştî ku Varşovayê sedema bilindkirina vê krîzê Moskowa sûcdar kir, germtir bû.

Bi hezaran koçberên ku dixwestin ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibin li ser sînor hatin rawestandin û leşker li her du aliyan hatin bicihkirin, vê jî tirseke mezin durist kiriye.

Bi sedan koçber bi sermayê re rû bi rû mane û li dora agir ên li ser sînorê di navbera her du welatan de rûniştine. Astengiyên têlan û nobedarên sînorên Polonyayê nahêlin ku ew derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin lê hejmarek ji koçberan derbasî Polonya bûne.

Li gorî polîsên Polonyayê, wan zêdeyî 50 koçberên ku bi rengekî neqanûnî sînor derbas kirine, girtine.

Polonya û welatên din ên endamê Yekîtiya Ewropayê, Belarûsê bi handana koçberên ji Rojhilata Navîn, Afganîstan û Afrîkayê sûcdar dikin ku derbasî nava Yekîtiya Ewropayê bibin, lê Belarûs sûcdariyan red dike.

Serokwezîrê Polonyayê Matius Muravitsky îro ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn plangerê qeyranê ye.

Bersiva Moskowê roja Çarşemê ji aliyê berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov ve hat dayîn û di civîneke çapemeniyê de got, “Em daxuyaniyên serokwezîrê Polonyayê dizanin ku Rûsyayê bi berpirsyariya rewşê sûcdar dike, ev ne rast e û nayê qebûlkirin.”

___

Li Macarîstanê 7 Koçberan Canê Xwe Ji Dest Dane

KDC

Zanyariyên Nû Li Ser Peydakirina Mûçeyên Penaberên Li Yûnanistanê

KDC

 Sendîkaya Bazirganên Brîtanyayê û rêxistinên mafên mirovan li dijî plana dersînorkirina penaberan a li Rûanda derdikevin  

KDC
KDC

FREE
VIEW