Wezîrê Bergiriyê Polonyayê ragihandiye ku çendîn hewlên din yên bo têkdana axa wan li Belarûsê ji aliyê penaberan ve hatine tomarkirin ku niha teknîkên nû bo dizîkirinê bi kar tînin.
Wezîrê Bergiriyê Polonyayê Marîosh Blashak roja Şemiyê 20ê Mijdarê di daxuyaniyeke çapemeniyê de gotibû, doh bi şev jî wek şevên borî gelek hewldanên ji bo derbasbûna sînorên Polonyayê ji Belarûsê ji aliyê koçberan ve hatine tomarkirin.
“Koçberan teknîkên nû danîn e û hewl didin bi rêya komên biçûk ji çend aliyan ve diziyê bikin, ku ya herî mezin 200 kes bûn, komên din biçûktir bûn.”
Di dewamê de wiha axivî: “Nobedarên sînor amade ne ku bersivê bidin hemû rewşan.”