Di Lêkolînekê De Cûreyeke Nêzîkî Mirovan Derketiye Holê

Di lêkolîneke nû de cûreyeke nêzîkî mirovan derketiye holê ku berî du mîlyon salan li Afrîkaya Başûr jiyaye û dikaribûye weke mirovan bimeşe û weke meymûnekî hilperike.

Zanyaran diyar kirin e ku kifşkirina fosîlên nû yên têkildarî Australopisikis Sidiba nîqaşeke bi dehan salan çareser kir ku nîv-mirov beriya bi milyonan salan çawa dijîn.

Li gorî Daily Mail, tîmeke navneteweyî ya lêkolîneran bi pêşengiya Zanîngeha New York û Zanîngeha Whitwatersord a Johannesburgê hestiyên ku di blokên keviran de di şikefteke li Afrîkaya Başûr de hatine dîtin analîz kirin.

Ev hestî wekî “lînka wenda” tê pênasekirin, aîdî herêma piştê ya jêrîn in.

Daily Mail diyar kir ku lêkolîneran ev hestî bikar anîn da ku ji nû ve Australopisikis û Sidiba dirust bikin ku ew pêşiyên mirovan in.

“Lînka wenda” diyar kiriye ku ew li ser pêyan meşiyane, di heman demê de destên xwe ji bo hilperîkînê bi kar aniye.

Profesor Skot Wîlyams, lêkolînerê sereke li Zanîngeha New Yorkê got, devera piştê ya jêrîn ji bo têgihîştina cewhera rêveçûna bav û kalên me girîng e.

___

Daxûyaniyek Ji Wezareta Elektrîkê

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Derveyî Welêt û Kanala Kurdistan24ê Bi Hevbeşî Ji Bo Pirsgirêkên Neteweyî Kar Dikin

KDC

UK: Navenda Birminghamê Şahiyek Ji Bo Malbatên Kurd li da xist

nusar1
KDC

FREE
VIEW