Serok Barzanî Pêşwaziya Konfederasyona Revenda Kurd Kir

Îro roja Duşemê, 6ê Berfanbar 2021an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya koma bijartî ya Konfederasyona Revenda Kurd û federasyonên ku endam in kir.

Di civînê de Serok Barzanî destxweşî li birêveçûn û serkeftina Kongreya Konfederasyona Revenda Kurd û her wiha pîrozbahî li hilbijartina Desteya Konfederasyona Revenda Kurd kir û hêviya serkeftinê bo rêkxistin û hevkarîkirina zêdetir ji bo revenda Kurd xwest. Serok Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêka neteweya Kurd di ser berjewendiyên partî û kesayetiyan re ye û partî tenê amûreke ji bo xizmeta armanceke mezintir e.

Serok Barzanî di dirêjiya axaftinên xwe de tekez li ser peyama aştiyane ya gelê Kurd kir û daxwaz kir ku Konfederasyona Revenda Kurd bibe amûreke bi bandor bo nasandina jenosîd û neheqiya ku li ser gelê Kurd hatiye kirin. Serok Barzanî ronahî xiste ser dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û îradeya gelê Kurd bo mayin û bergirîkirina ji bo nasname û têkoşîna xwe ya li hember zulmê. Her wiha spasîya revenda Kurd kir ku di qonaxên cuda de her tim piştgiriya daxwazên rewa yên miletê xwe kirine.

___

Şîfa Barzanî bi amadebûna Wezîra Derve ya Norwêcê ligel Kurdistaniyên diyasporayê civiyaJa

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî li başûrê Awûstralyayê bi koma Kurd re civiya  

KDC

Nûnerê Konfederasyona Penaberên Kurdistanê wê panelekê vekê

KDC
KDC

FREE
VIEW