Navenda Viyanayê , bi seroka şaredara taxa nehemîn a bajarê Viyênayê xanim

Konfederasyona revenda Kurdistanî – Navenda Viyanayê bi nûnertiya serokatiya navendê, bi seroka şaredara taxa nehemîn a bajarê Viyênayê xanim Saya Ehmed re dicive .

Seroka şaredara taxa Nehemîn a paytexta Awûstûrya Viyênayê xanim Saya Ehmed li ofîsa xwe birêz Cemal El-Omerî, Seroka Navenda revenda Kurdistanê ya Viyanayê, û birêz Kadar Cengîr, berpirsê ofîsa pêwendiyan pêşeszî kir .

Di axaftinê de bal hat kişandin ser avakirina konfederasyona revenda Kurdistanî li Ewropayê û navendên ku li ewropa yê bi giştî belav bûne û bi taybetî jî li ser Navenda Vîyêna .
Birêz Cemal li ser hin plan û çalakiyên ku hatibûn plankirin di roj û mehên pêş de bên lidarxistin, bi taybetî jî Roja Netewî ya Gelê Kurd ( Cejna Newrozê) axifî . Bi vê hilkeftinê Xanim Saya ji bo beşdarbûna merasîma ahenga newrozê hate vexwendin. Ja dê di bîst û duyemîn meha Adarê de ji aliyê navendê ve tê lidarxistin .
Xanim Saya ji aliyê xwe ve avakirina navendê pîroz kir, xebatên komîta rêveber nirxand û di xizmeta civakê û doza kurdan de serkeftin xwest.
Hêjayî gotinê ye ku şaredariya navenda bajarê Viyêna ji bîst û sê şaredariyan pêk tê ku bîst û sê taxên wê birêve dibin û Xanim Saya Ehmed jî şaredara navçeya nehan e û ji kurdên başûrê Kurdistanê ye .

Ofîsa Ragihandinê ya Konfederasyona revenda Kurdistanê – Navenda Viyêna

KDC

FREE
VIEW