Cejna netewî Newroz li Kolnê bi Coşek Mezin Hat Pîrozkirin.


Di 21 Adara 2024´an de Yekitiya Komleyên Kurdistan Komkarê li bajarê Kölnê, bi beşdariya nêzî 2000 Kurdistaniyan ve cejna netewî Newrozê bi coşek mezin pîroz kir.
Di destpêka cejnê de, di hewşa holê de agirê Newrozê ji aliyên rûsipiyên Kurdan ve hatê pêxistin û ji bo şehîdên Kurdistanê xulekek rêgirtinê ve şahiya Newrozê destpêkir. Dura bi folkora kurdî û bi def û zurnê ve xelk ber bi hola Newrozê ve herikîn.
Bi navê Komîteya amadekarên Newrozê parêzer Mahmud Kalo xêrhatina mêvanan kir.
Birêvebirê şahiya Newrozê, Newroz Bawer hat hate ser dîkê. Ba kişan serok û mezinên kurdan wek Serok Mella Mustefa Barzanî, pêşewa Qazî Muhemmed, Şêx Seîdê Nemir, Sedî Riza û Filozê Kurd Ehmedê Xanî û Şaîrê mezin Cîgerxwîn, tevî hemû şehîdên Kurdstanê bibîranî.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî û gelek partî û rêxistinên Kurdistanî peyama Newrozê şandibûn, navên wan hemû partî û rêxistinên ku peyama Newrozê şandibûn,hete xwendin û spasî li wan hate kirin.


Peyama berpirsê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî, ji aliyê Newroz Bawer ve hate xwend. Beşdaran bi dilgermî li piyan çeple li payama Şîfa Barzanî dan.
Hunermendan, Yanel Tahir, Evîn Welat, Sîpan Çiya, Xedban Resûl bi dengên xwe yên xweş bi stranên gelêrî û netewî û bi Dahul û Zurnevan Heyder û Hecî ve çoşa dane aganga Newrozê. Şahî heta derengê şevê bi starn û govend ve dewam kir.

KDC

FREE
VIEW