Bangek bo Keran


Cankurd – 2022
Hatin ji Asiya Navîn,
Ji çol û bêșeyên Turkistanê…
Reviya bûn ji ber Mongolan,
Ji binzorkirin û kuștin û talanê…
Li ser pișta qantir û ker û hespan hatin,
Karwan li pey karwanê…
Berê xwe dan welatên rojava,
Ta gihan deștên Kurdistanê…
Bi xwe re pez û seg û konên xwe anîn,
Ew ên berê standibûn ji welatê Çîn,
Bi xwînrêtin û bi zorlêdanê…
Hatin, bûn bela li serê me Kurdan
Em jî ketibûn nav qirim û li hev danê…
Ji bo çî em wilo gêj û hevkujin?
Di nêv xwe de xwînrij in?
Ta niha jî em li dij hev in,
Bo çi ev hevneyarî?
Kesek baș nizanê…
Çêlikên dibêjin ewana di koka xwe de gur in,
Welatê me,
Deșt û newalên me,
pișt re keleh û çiyayên me,
Bi ser de jî hemî xêr û berêd zeviyên me,
Rûmet û çanda me,
Ziman û ferhenga me,
Roj bi roj talan kirin, birin…
Lê belê li hevdana me neçû serî,
Me hevdu kuștin, bi hovîtî…
…. û berberî.
Neyaran em ji xwe re kirin kole
Bo xwe bi kar anîn mizgeft û mele
Ji me pêda kirin çend serserî,
Hinek dizkar,
hinek çile,
Li ser serê me ewana kirin șivan
Em jî li pey wan beziyan
Mîna pezê li pey kerî…
Ta roja îro jî,
em in ew keriyê pez
Diçine hev bi dev û bi gez
Hinek bûne kerên Anqere
Xêra wan tew nîne ji me re
Hinek jî bûne hespên talanê
Ji bo neyraên li Bexda û Tehranê
Heywax li min çi xiniz in ev!?
Bûne segên neyaran,
bi roj û șev
Ewana hemî ala yên neyar hembêz dikin
Li her derekê bilind dikin
Tenha ala Kurdistan ney dikin
Ji nav civata xwe dûr dikin…
Erê ji Asiya Navîn hatin
Welatê Dayîk û bavan girtin
Em jî wek pezekî li pey kerê wan digerin
Di ber nirxên wan ên hovbaz de dimirin

KDC

FREE
VIEW