Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Cejna Newrozê

Gelê me yê hêja,

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, cejna netewî Newrozê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dike.

Ti hêz nikare eşq û evîn, geşbûn û coşa Newrozê di dilê kurdan de bitemirîne. Newroz, di jiyana gelê Kurd da bûye sembola berxwedan û azadiyê. Newroz heyecanek nû dide jiyana gelê Kurd, eşqa azadî û aşitiyê di dilê me Kurdan da geştir dike.

Xwîşk û birayên hêja,

Dewletên dagîrker, bi salan hebûna gelê Kurd înkar kirin, ziman û çanda me qedexekirin. Me, doza mafên xwe yên însanî kir. Li me dan, îşkence li me kirin, me avêtin zîndanan, cezayên mezin li me birîn. Li Dêrsim, li Gelîyê Zîlan û li Berzan. Enfal, Halebçe li Şingal`ê qetliyam çêkirin. Bi hezaran, hezaran Kurd kuştin. Bi kurtî jiyan li Kurdan qedexe kirin.

Li Başûrê Kurdistanê Kurd, xwedî Hukumetek Federal e. Divê hemû partiyên Kurdistanî rêz li serweriya Kurdistana Başûr bigrin, zemîn ji bo erîşên dijmin li ser axa Kurdistanê xweş nekin. Piştgiriya peymana Şingalê ku nevbeyna Hukumeta herema Kurdistanê û Baxda´yê çê bûye bikin.

Divê Kurdên li hemû beşên Kurdistan´ê da, nebin ajendeya tu dewletan û wesayeta tu dewletan li ser xwe qebûl nekin. Divê Kurd, yekrêzîya niştîmanî û netewî ji xwe ra esas bigrên.

Hukumeta Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê jiyan li Kurda xedexe kiriyê. Her kesê ku dijî desthilatdarîya wan bin, tên girtin. Zîndan tijî bi rewşenbîr û siyasetmedaran ve tijiye, itraf bi zimanê Kurdî nakin. Li Tirkiyê kurd dikarin bibin her tişt, lê tenê nikarin bibin kurd!

Ji ber ku di navê partiyên wan de gotina Kurdistan heye, Doza girtinê li partiyên Kurdistanî vekirine. Bakur ne bese, tehdîd û erîşên xwe li ser beşên dî yên Kurdistanê jî didomîne.

Piştî serketina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Îran û Iraq, li dijî Kurdan tifaq kirin û erîş birin ser Kerkûkê.Tirkiye erîş bir ser Efrînê û Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kir. Erîş û dagîrkirina Efrîne berdewamiya plana dagîrkirina Kerkûkê bû.

Bêdengîya Dewletên mezin Rusiya, Amerîka û yê Ewrûpa´yê, desthilatdarên dewletên dagîrker ji eyara mirovatiyê derxistiye. Tu hestên mirovî bi wan re nemaye.

Lewra bi kuştin û wêrankirinê, dixwazin Kurdan ji Rojavayê Kurdistin´ê paqij bikin û di şûna wan da Erebên Ertêşa Azad a Sûriyê, li Kurdistan´ê bi cîh dikin û bi wî ewayî jî demografiya ya Kurdistanê digorînîn.

Elbet mafê Kurdan jî heye ku di şerê azadiya Kurdistanê da li derveyê xwe mutefîk û dostan bigere û dostayetî li gel wan deyne. Lê ya herî girîng yekitî û hevkariya Kurdan bi xwe ye. Divê, Peymana Hewlêr û Duhok´ê karîger be, li dijî dagîrkeran welatê xwe bi hevra biparêzin. Eger Yekitî û tifaqa Kurdan hebe, wê tu hêz nikaribe xwe li ber Kurdan rabigrê. Azadî û serketina me Kurdan di destê me da ye!

Divê em ji bîr nekin, ku dijminê kurdan yê herî jehirdar rejîma xwînxwar ya Îranê ye. Îran piştgirê hemû hêzên terorîstên li heremê ye. Zîndanî kirina û îdamkirina welatparêzên Kurd, bûye karê rojane yê rejîma Îranê. Lê li Rojhilat a Kurdistanê de, di xebata dijî zordariya rejîma Îranê her berdewam e. Bi taybetî, di şareşa Jîna Emînî ya 22 salî de ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve tê girtin û li jêr îşkenceyê de canê xwe ji dest dide. Kurdan, li jêr şîara JIN, JIYAN, AZADÎ de bi xwepêşandanê protestoyê efsaneyan hulqandin. Ev tekoşîna piştgiriyek xurt ji Cîhanê wergirt. Jîna bû wek sembolek tekoşîna Jinên Cîhanê û îro şîara JIN, JIYAN, AZADÎ ji aliyê hemû jinên Cîhanê de bû şîarek sereke ya jinan. Lewra di em di piştgiriya tevgêra azadixwaz ya Kurdistan a Rojhilat de berdewam bin.

Hêjayan,

Kurdan, li Başûrê Kurdistanê bi bedelên pir mezin, statuya federalî bi dest xistin. Divê hemû kurdên cîhanê, destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wek giliyên çavên xwe biparêzin. Ji bîr nekin, ku parastina destkeftiyan bi qasî bi destxistina wan grîng e!

Carek din Newroza we pîroz be

Hemû rojên we Newroz be û Newroz li we pîroz be!

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Adar 2024

KDC

FREE
VIEW