Navenda Revenda Revenda Kurdistanî li Berînê Kongreya Xwe Pêkanî

Navenda Revenda Revenda Kurdistanî li Berînê Kongreya Xwe Pêkanî
Di roja 17.03.2024´an de bi beşdariya 150 kesan û ji wan 93 endamn ve kongreya xwe li bajarê Berlînê li dar xist.
Kongre ji aliyê berpirsê amadekirina kongrê Dr.Dler ve hat vekirin û piştî deqqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan, bo bi rêvebirina kongrê sekreter û berpirsê karên rêxistinî Kovan Amedî hatê dawetkirin.
Kovan Amedî, li ser navê Konfederayonê bi xêrhatinek li mêvanan kir û li ser vizyona Konfederasyonê, li ser kar û xebatên Konfederasyonê axaftinek pêşkeş kir. Piştî axavtinê bersîva pirsên beşarên kongreyê ji aliyê Kovan Amedî hat dayin.


Navên endamên nû û kevn hate tomarkirin. Dest bi hilbijartina Komîteya Birêvebir hate kirin. Ji bo komîteye Birêvebir nav hatin pêşniyarkirin. Li gor destûrê diviya 7 kes bûna, lê gava daxwaz zêbû, bi biryara kongreyê li ser 11 kesan biryar hate dayin. Her 11 kes jî wek paket hate dengdanê û ji aliyê kongreve bi piraniya dengan ve hatin hilbijartin. Di hilbijartina Komîteya Birêvebir de Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê li ber çav hate girtin.
Bi serkeftî dawî li kongreyê hate kirin. Piştî kongreyê, li ser daxwaza serkreterê Konfederasyonê Kovan Amedî ve, yekem civîna Komîteya Birêvebir hate li darxistin û di civînê de berpirsiyariyên Komîte date hilbijartin.
Komîteya Birêvebir
Dr. Dilêr Dzeyî wek serok, Giarang Begzadeh wek sekreter, Bahroz Abdullah wek berpisê darayî, Gulal Murad, berpirsê karên Kulturî, Fayik Emînî û Muhemmed Zangene wek berpirsên Peywendîyan, Merwan Sofî û Sîamed Mousa wek berpirsên Ciwanan, Ranjz Phêşdarî wek berpirsê ragîhandinê, Telar Gulanî û Muhemed Elî Sîno jî wek endamên Komîtê Birêvebir hatin hilbijartin.

KDC

FREE
VIEW