Hunermend Şivan Perwer Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

Hunermen Şivan Perwer pîrozbahî li Serok Barzanî û endamên Navenda Revenda Kurd kiriye ku yekemîn kongreya xwe lidar xistin û hêvî kir ku têkoşîna xwe ya ji bo nêzikkirina revenda Kurdî bidomînin.

Teksta Peyamê:

Em wek Kurdistaniyên li derveyî welat pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî û li kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin û destxweşiya hemû kesên ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî û nîştimanî xebitîne dikin. Ev xewna hemû Kurdistaniyên li derveyî welat bû ku remzeke neteweyî, me hemûyan di bin sîwanekê de bicivîne û bîne ba hev. Em ji we daxwaza berdewamiya piştgirî û hevkariya li vê rêxistina pîroz û neteweyî dikin ku kevirê bingehê bi çavdêrî û beşdariya Serok Barzanî hatiye danîn dikin.
Em careke din destxweşiyê li we hemûyan dikin. Her hebin ji bo Kurd û Kurdistanê.

KDC

FREE
VIEW