Fransayê 272 Koçber Rizgar Kirine

Roja Sêşemê, rayedarên Fransayê 272 koçberên ku hewl didan bi keştiyê derbasî Brîtanyayê bibin rizgar kirin.

Li gorî nûçeya AFPê rayedarên Fransayê diyar kirine ku wan 272 koçberên bi keştiyê ji Badukalîa hewl didan xwe bigihînin Brîtanyayê li peravên bakurê Fransayê rizgar kirine.

Di daxuyaniya ajansên ku ji Rêveberiya Emniyetê ya Deryaya Bakur girtine de, raporên çend keştiyên bi şev li dijwariyê rast hatine, diyar kirin.

Di daxuyaniya rêveberiyê de hat ragihandin ku operasyonên rizgarkirinê roja Sêşemê destpê kirin û diyar kir ku di keştiyekê de di sê operasyonan de 48 kes rizgar kirine.

Li gorî daxuyaniyê, 272 koçberên hatine rizgarkirin birine bendergeha Kelasê, Dunkirk û Bologne Sur-Merê.

Li gorî rayedarên Fransayê, di 8 mehên destpêkê yên îsal de 15 hezar 400 koçberan hewl dane ji vê qenalê derbas bibin û di nava van de 3 hezar 500 kesên di dema rizgarkirinê de vegeriyane peravên Fransayê.

Di sala 2020an de 9 hezar 500, di 2019an de 2 hezar û 300 û di sala 2018an de jî 800 koçber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne, ev jî zêdebûneke girîng nîşan dide.

KDC

FREE
VIEW