Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

Nobedarê sînorî yên Polonyayî hişyariya bikaranîna çekan da nobedarên li ser sînor ji bo koçberên ku hewl didin ji sînor derbas bibin li hemberî wan çek bi kar bînin.

Berdevka Parastina Sînor a Polonyayê Ana Mîxalskaya daxuyaniyek da û diyar kir ku eger hêzên me li dijî koçbaran çekê bi kar bînin, ew bi hêvî ne ku biryar bê rakirin.

Ev hişyarî piştî tengezariya doh a navbera Koçberan û Polonyayê hat dayîn ku xwestin sînorê derbas bikin, lê belê hêzên Polonyayê rê nedan wan û pêşî li wan girtin.

Heta niha çarenûsa bi hezaran koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ku piraniya wan Kurd in hatiye rawestandin û ji ber rewşa giran û dijwar roj bi roj rewşa koçberan ber bi xirabûnê ve diçe.

KDC

FREE
VIEW