Rûniştina li ser vê kursiyê di balafirê de dibe sedema kanserê

Di dema firînê de, yek ji moda herî navdar a veguhastinê ku ji cîhekî ber bi cihekî din ve rêwîtiyê pê dikî, rîska kanserê di dema rûniştina hin kursiyan de zêde ye.

Ew çi ye?

Ji bo çi?

Piştî zêdetir ji salekê ji rawestandina pandemiya Koronayê, hêdî hêdî jiyan vedigere ser sektora veguhastin û firînê û tê payîn ku hejmara firînên rojane yên di navbera welat û parzemînên cîhanê de wê gelek zêdetir bibin.

Xelkê dest bi çûn û hatinê kirin û ji bo derbaskirina demeke aram û bêhnvedanekê ji bo derbaskirina fişarên qeyrana Coronayê, ku vê yekê kir ku xelk demeke dirêj li mala xwe bimîne. Lê ger û geşta bi firokeyê dikare gelek xeteriyan derxe, yanî çawa ?

Malpera HNA ya Almanî di raportekê de diyar dike ku firînên domdar dikare kesekî bixe metirsiya pençeşêrê û her wiha diyar kir ku dema kesek li rex pencera balafirê rûne dê rîsk zêdetir bibe.
Li ser sedema penceşêrê eger hûn li rex pencereya balafirê rûnin, derbasbûna nêzîkî 47 saetan dihêle ku tîşkên rojê zêdetir li meriv bidin, ew jî rîska penceşêra çerm zêde dike.

Pisporên tendirûstiyê ji bo kesên ku gelek caran bi balafiran rêwîtiyê dikin, hişyariyê dide û dibêje li ber pencereya balafirê rûnenin û xwe ji dîmena ciwan dûr bigirin da ku tenduristiya we têk neçe.

Di heman demê de lêkolîneke din beriya niha hatibû kirin, li gorî lêkolîna ku di Kovara Zanistî ya Tendirustiya Jîngehê ya Brîtanî de hatiye weşandin, metirsiya penceşêrê di hejmara kaptan, karker û karmendên di firokeyê de wek çerm, pêsîr, rehm û penceşêra mîdê berbelav e.
Pisporan encamên lêkolînê weke ku xebatkarên di firokeyê de timî bi tîrêjên rojê re rû bi rû ne û saetên razanê yên wan ne yekalî û dirêj e.

Meriv dikare çawa xwe ji penceşêrê biparêze?

Ji alîyekî din ve, divê çend gavên hêsan û karîger ji bo nehîştina penceşêrê bêne avêtin, wek: werzişa berdewam, cixarê nekişandin û venexwarina alkolê, testên berdewam û rêjîmeke saxlem ku tê de fêkîyên bi vîtamîn tê de hebin ku ew jî penceşêra pêsîrê diparêze, li gor kovara Freundin ya Almanî.

KDC

FREE
VIEW