Portekîz Wê Bi Sedan Penaberan Ji Yûnanistanê Werbigire

Belavkirina penaberan ji Yewnanîstanê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve dewam dike û Portekîzê jî qebûl kir ku 1000 penaberan ji Yewnanîstanê werbigire.

Roja Sêşema 28/9/2021an ji Firokexaneya Navneteweyî ya Atînayê 41 penaberên Afganî yên ku mafê penaberiyê wergirtibûn, ber bi Lîzbonê ve hatine rêkirin. Bi girêdayî peymana di navbera Portekîz û Yûnanistanê de, çend penaberên din ên ku mafê penaberiyê li Yûnanîstanê wergirtine wê biçine Portekîzê.

Bi amadebûna wezîrê penaberan ê Yûnanistanê Notis Mitarakis û balyozê Portekîzê yê li Yûnanistanê li Firokxaneya Navdewletiya Atînayê hate ragihandin ku stratejiya Yûnanistanê ya ji bo dabeşkirina penaberan bo welatên Yekîtîya Ewrupayê berdewam e. Bi şêweyekî fermî penaberên ku bi qaçaxî xwe gihîştandine Yûnanistanê bo welatên Yekîtiya Ewropayê têne dabeşkirin.

Yûnanistanê, ji ber ku 1000 penaber wergirtiye spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Portekîzê kir.

KDC

FREE
VIEW