Yewnanîstanê Li Deryaya Egeyê 57 Koçber Rizgarkirine

Roja Îniyê polîsên deryayî yên Yewnanîstanê ragihandin ku nêzî du koçberan jiyana xwe ji dest dane lê 57 koçber ji keştiyeke li nêzikî girava Barros a Egeyê rizgar kirine.

Berpirsên polîsê hêzên deryayî bi lez û bez li bakur rojavayê Girava Barrosê dest bi lêgerînê kirin piştî ku keştiyek koçberan daxwaza alîkariyê kirin.

Vê hefteyê nûçeyên niqûmbûna sê keştiyên koçberan li Deryaya Egeyê wergirtine.
Li ser vê yekê, hêzên deryayî yên Yûnanistanê ragihandin ku wan ji bo rizgarkirina koçberan firoke û keştî bikaranîne.
Ajansa nûçeyan a Yûnanistanê qala niqûmbûna keştiyeke ku nêzî 80 koçber tê de bûn kir û roja Pêncşemê li peravên başûrê Yewnanîstanê polîsên peravê 11 term ji keştiyeke niqûmbûyî derxistin, nêzikî 90 koçberên din jî rizgar kirine.
Her wiha şeva Sêşemê li nêzikî girava Filigandros ya Yunanî, xebera niqûmbûna keştîyeke koçberan hatiye kirin ku nêzîkî 50 kes tê de bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Yûnanistan yek ji rêyên sereke ye ku koçberên Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn ji peravên Tirkiyê bi kar tînin ji bo ku xwe bigihînin Yekitiya Ewropayê.

___

 Brîtanya wê di nava du hefteyên pêş de dest bi dersînorkirina koçberan li Rûanda bike   

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC
KDC

FREE
VIEW