Navenda Revenda Kurd Webinarek Li Ser Tundrewiyê Lidarxist

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat bi navê Rastkirina Têgeh û Hişmendiya Komên Tundrew û Çavkaniya Raman û Stratejiya Rûbirûbûnê ji bo Îbrahîm Mihemed Tahir Rêveberê Lêkolînan a Wezareta Rewşenbîriyê lidarxist û endamên navendê jî beşdar bûn.

Webinar di saet 21:00an de destpêkir û çend demjimêran dewam kir. Îbrahîm Mihemed Tahir Rêveberê Lêkolînan a Wezareta Rewşenbîriyê qala pirtûk û nerînên wan kesan kir ku hizra serekî ya tundewiyê ne û got, tundrewên Îslamî weşandina pirtûkên tundrew rîskê ji bo Herêma Kurdistanê durist dikin. Îbrahîm Mihemed Tahir di dewama axavtina xwe de got ku pêwîst e Wezareta Rewşenbîriyê rê li ber weşandina pirtûkên ku hizra tundrewiyê belav dikin, bigire.

Paşê beşdaran jî çend pirs ji Îbrahîm Mihemed Tahir kirin. Endamên Navenda Revenda Kurd li derveyî welat bi pirs û şîroveyan bername berfireh kirin.

___

Konfederasyon û navenda Rewanda Kurdistanî bombebaranên Îranê şermezar dikin
Xwişk û birayên Kurdistanî

KDC

Swîsre : Komîteya Îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî ya Xavûnê civiya  

KDC

Dawiya Kursa Zimanê Kurdî û Dayîna Bawernameyan

KDC
KDC

FREE
VIEW