Agahdariyek Ji Navenda Revenda Kurd Ji Bo Kurdên Li Derveyî Welat

Projeya Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ya ji bo xwendina zaravayên Soranî û Kurmancî ya online destpê dike. Ev derfet tenê ji bo zarokên ku li derveyî welat dijîn e. Wê di 6ê Adara 2022an de dest bi dersên online bê kirin. Malbatên ku navên zarokên xwe tomar nekirine dikarin heta wê dîrokê navên zarokên xwe tomar bikin.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ji ber xemxwariya xwe ya li ser zimanê Kurdî projeyeke perwerdehiya online pêşkeşî Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû. Alan Hemeseîd Wezîrê Perwerdeyê piştgiriya xwe ji bo projeyê anî ziman ku zarokên Kurdên li derveyî welat bikaribin bi zimanê xwe bixwînin. Ev proje ji bo wê ye ku zarokên Kurdan ên li derveyî welat dijîn ji nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bêpar nemînin.

Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mamoste ji bo zaravaye Soranî damezrandiye û Wezareta Perwerdeyê wê di dawiyê de bi şêweyekî fermî bawernameyan jî bide beşdarvanan.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ji bo zarokên Kurdên ku dixwazin fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî ya alfabeya latînî bibin mamosteyek erkdar kiriye û ew jî wê di heman dîrokê de destpê bike.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat, bang li dayik û bavên ku li derveyî welat dijîn dike, berî 06.03.2022an bi rêya lînka li xwarê navên zarokên xwe tomar bikin. Link

___

Nêrîna Mamosta Niyaz Caf Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî Li New Yorkê Têye Lidarxistin

KDC

Navenda Rewanda kurdistanî û Rêxistina Kanga wê dawiya sala dibistana Emîn Baldar pîroz bikin  

KDC
KDC

FREE
VIEW