Almanya: Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî dê beşdarî salvegera şoreşa Îlonê bibin 

bi helkefta 61 saliya şoreşa Îlonê, liqa 6 ya PARTIYA Demokrata Kurdistanê PDKê dê ahengeke taybet lidar bixe û têde konfedralî û navenda rewanda Kurdistanî beşdar bibin
liqa 6 a Partîya Demokrata Kurdistanê li bajarê Oberhawzen a Almaniya dê bo salvegera 61 a şoreşa Eylûlê ahengeka taybetî saz bike û tê de gelek hunermendên Kurd beşdar bûn

Şandeke nunertiya konfedrasyon û navenda rewanda Kurdistanî dike dê beşdar bibe û di merasimê de peyama Konfedresyona Rewanda Kurdistanî were xwendin
Hêjayî gotinê ye ku di 11’ê Îlona 1961’ê de têkoşîna çekdarî ya bi serkêşiya Barzanîyê nemir dest pê kir ku weke şoreşa herî berhemdar di dîroka gelê Kurd de tê naskirin, weke tevahiya herêmê başûrê Kurdistanê dorpêç kir û sînorên eşîrtî û herêmî derbas kir, beşek ji wê jî beyannameya 11ê Adara 1970’î bû ku cara yekem di dîroka Iraqê de mafên neteweyî yên gelê Kurd pejirand .

KDC

FREE
VIEW