Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Bi Wezîrê Perwerdeyê Re Lidar Bixe

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat, wê bi rêya bernama Zoomê, webinareke taybet li ser projeya perwerdeya zimanê Kurdî ji bo Alan HemeSeîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lidar bixe.

Bi dema Almanyayê di saet 19:30, bi dema Kurdistanê di saet 21:30an de, roja Şemiyê Navenda Revenda Kurd li derveyî welat wê webinarekê ji bo Alan HemeSeîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya bernameya Zoomê ku ji bo projeya navendê hatiye terxankirin, perwerdeya zimanê Kurdî bi online lidar dixe.

Projeya perwerdeya zimanê Kurdî sala par ji aliyê Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan HemeSeîd ve bi kêfxweşî hate qebûlkirin. Perwerde wê di 06.03.2022an de destpê bike. Ji aliyê wezaretê ve sê mamoste ji bo Soranî û Badînî hatine erkdarkirin û Navenda Revenda Kurd jî mamosteyek ji bo fêrbûna Kurdî ya bi alfabeya latînî erkdar kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ev encama xema Navenda Revenda Kurd û Wezareta Perwerdeyê ye, da ku zarokên Kurd ên li derveyî welat dijîn ji nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bêpar nemînin û di dawiyê de Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bawernameya fermî jî bide xwendevanan.

___

Navenda Revenda Kurd Wê Civînekê Li Derveyî Welêt Saz Bike

KDC

Federasyona komeleyên Kurdistanî li Siwîd şewtinanina dezgehên giştî şermezar dike

KDC

Karnavala St. Martîn Li Almanyayê Birêve Diçe

KDC
KDC

FREE
VIEW