Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdîstanî jibo bîranîna serhildana 12 ê adarê ya 2004’an li Qamişlo 

Di vê rojê de, hîjdemîn salvegera serhildana gelê menî Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî desthilata zordar li Sûriyê.

Di vê rojê de asayîşa Sûryê rê da ku temaşevanên tîma fotbolê ji Dêra Zorê ku kevir û wêneyên tirba Seddam Husên bixwere derbasbikin û partiya Beesê pîrozbikin û herweha sloganên dijî sembolên Kurdî bilindbikin li stadyuma Qamişlo. Ev çalakî ji aliyê raya giştî ya Kurd a tîma Cîhad ve hat îtîrazkirin û li dij wan rawestiyan. Şer û nakokiyan destpêkir û piştre serhildan derketin û hejmareke mezin ji temaşevanan hatin kuştin û birîndarbûn. Asayîşa Sûryê bi gulleyên rasteqîn êriskirin li ser sivîlan ku bû sedema kuştina hejmarek ji xortên kurd, bi dehan birîndarbûn û bi sedan hatin girtin.

Serhildaneke gelêrî û berfirehtir destpêkir li hemû deverên kurdan heta ku gihişte paytexta sûryê Şamê. Xwenîşandanên piştgirîyê jî li gelek bajarên parçeyên din ên Kurdistanê û paytextên Ewropî û navneteweyî hatin lidarxistin.

Serhildana 12’ê Adarê bû mînaka zindî ya yekitiya gelê Kurd a di tengasiyan de û ji bo rejîmên mêtinkar jî derseke girîng bû ku îradeya gelên azadîxwaz namire, tevî şehîdan, birîndaran û girtinan.

Bijî bîranîna serhildana 12’ê adarê ya 2004’an li Qamislo.

Biji Kurd û Kurdistan

konfederasyona Revenda Kurdîstanî

12 Adaê – 2022

___

Ebû Xeyib Êrîşa Terorîstî Ya Ser Hewlêrê Şermezar Kir 

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Bo Bîranîna Enfalê Weşand

KDC

berpirs û endamên komîteya şêwirmendiyê hatin diyarkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW