Roja yekşemê 20/03/2022 li Awusturya Viyanayê bi alîkariya sê rêxistinên Kurd ji aliyê Navenda Revenda Kurdistanî, Çand û Civaka Kurdî, Club Tima Futbole Kurdvin, cejna Newrozê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di destpêkê de Birêz Nizar Musa serokê Navenda Revenda Kurdistanî, bi xêrhatina beşdarên cejnê kir û behsa Cejna Kurdî ya Newrozê kir.
Piştî pêşwazîkirin û pîrozbahîyê sirûda neteweyî Ey Reqîb hat xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku di pîrozbahiya Newrozê de sê hunermendên Kurdistanî hunermend Abdilbasîd Darayî, Saman Ebasî, Huner Nêçîrvan, stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin û em wek sê rêxistinên Kurd bi dilsozî spasiya dikin û di cejna Newrozê li wan jî pîroz dikin.
Em hêvîdar in di pêşerojê de jî bi hev re bê westan xebatan û çalakiyan li dar bixin.









