Roja Înê 23.09. 2022 Navenda Rewanda Kurdistanî Referandum li Parlemana Danîmarkê Pîroz Kir
bi amadebûna hijmareke berçav ji mêvanên parliyamenter û berpirs û part û rêxistinan û kesatîya Denmark û Kurdistanê û serokê navenda rewanda Kurdistanî li Berîtaniya bo cara yekem dê biboneya bîranîna niştîmanî bo Kurd li Denmarkê ji alîyê rewanda Kurdistanî ve bihê vekirin


ev û di merasîma bîranînê de li despêkê
Piştî bixêrhatina mêvanan axaftina Navenda Rewanda Kurdistanî hate xwendin û piştre axaftinên parlamenterên Danîmarkî hatin pêşkêşkirin û di nava wan de Parlamenterê Lîsta Sosyal Demokrat a Otorîter Lars Aslan û Parlamenterê Partiya Çep a ser bi Lîsteya Yekgirtî Sorn Sondergord


Herwiha serokê navenda rewanda Kurdistanî ya li Berîtaniyayê peyvek bi zimanê Îngilîzî û Kurdî pêşkêşî beşdarvanan kir û pişt re jî gotara berpirs û nunerên part û aliyên siyasî hate xwendin
Her wiha giyanê pak ê Jîna Emîn û şehîdên xwepêşandan û protestoyên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn û rêz li giyanê pak ê şehîdê nemir Jîna Emîn û hemû şehîdên ku di çend rojên derbasbûyî de jiyan dane welat û azadiyê hemû pilanên partiyê ji bernameyan hatin derxistin tenê axaftin û axaftinên beşdarvanan hatin kirin


Di dawîya evê dêrenê de xwarin û vexwarin ji mêvanan re hat pêşkêşkirin û bîranîna pênc salan a referanduma serbixweya gelê kurdistanê bi serkevtî hat bi bîranîn .



