Kanada: Damezrandina Navenda Rewanda Kurdistanî li Herêma Alberta

Piştî çend civînan bi çavdêriya birêz Kurd, nunerê konfedresyona rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanada, navenda rewanda Kurdistanî li herêma Alberta ya Kanada bi fermî hate damezrandin

Nûnerê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanî di peywendiyên xwe yên berdewam bi çalakvanên herêmê re bi taybetî behsa bername û projeyên netewî yên Konfedrasyona Rewanda Kurdistanî li seranserî cîhanê yên weke Amerîkaya Bakûr, Ewrûpa û Rûsyeyê kir 

Bo vê mebestê tekez li ser vê yekê kir ku navenda penaxwazên Kurdistanê ku weke navendeke civakî ya serbixwe bo xizmet kirina doza Kurdistanê kar dike herwiha hewl bo kom kirina hijmara herî bilind ya Kurdistanê bo xizmet kirina doza han dide û em bi bernameyên zanistî û pêşkeftî di vê biwarê de kar dikin daku bi awayekî nûjen sûd ji derfetên qanûnî yên welatên Rojava werbigirin û di nava wan sîsteman de û di warên cuda de çalak bin 

Kuridstaniyên deverê ji bilî bixêrhatin û diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li himber hewldanên damezrandina navenda rewanda Kurdistanî li herêma xwe pêşinyar û ezmûn û perspektîfên xwe yên derbarê kar û projeyên Konfedralî û Senterê bo birêvebirina bername û çalakiyên Herêma Kurdistanê li Alberta guhertin

Di encamê de endamên navenda rewanda Kurdistanî li Alberta hatin hilbijartin ji bo amadekarîya konfiransa rawêj û herweha proseyên qanûnî yên navendî li herêmê bi rêberatî û pêşnîyarên Konfedrasiyona Rewanda Kurdistanî 

Konfederesyona rewanda Kurdistanî bi rêzdarî li xebat û hewlên Dr Osman Xoşnaw dinere, ku hewlên xwe yên jidil bo damezrandina Navenda Rewanda Kurdistanî-Alberta nîşan daye û bi dilsozî alîkarî û alîkarîya vê pirsê li herêmê kiriye

Desteya rêveberiya Navenda Rewanda Kurdistanî-Alberta ya li Kanadayê ev in: 

1. Ehmed Banavî

2. Îsa Mûsa

3. Husên Zêdan

4. Elî Weysî

5. Salih Haso

6. Payman Necîb

7. Zekeriya Elî

8. Osman Xoşnaw

9. Şiyar Abdullah

10. Mihemedê Mûzûrî

11. Hisên Omer Ehmed 

Hêjayê gotinê ye, ku di kombûna yekema komîteya hilbijartî de Ehmed Banavî wek serok hat hilbijartin û Îsa Mûsa jî wek cihgirê serokê navenda rewanda Kurdistanî li Alberta hat hilbijartin

___

berpirs û endamên komîteya çavdêran hatin hilbijartin

KDC

Fransa : Li hemberî polîtîkaya cihêkariyê , koçber dikevin navenda taybet a pêşwazîkirina penaberên Ûkraynayê  

KDC

Hikûmeta Herêma Kurdistanê; Qanûn û Rênimayên Taybet Ji Bo Parastina Azadiyên Takekesî Hene

KDC
KDC

FREE
VIEW