Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo bi bîranîna salvegera Dr.Nûredîn Zaza peyamek weşand

Ji bo bi bîranîna Dr. Nûreddîn Zaza
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di 35 mîn salvegera koça dawî ya têkoşerê azadiyê, damezraner û yekemîn serokê giştî yê PDK-S´ê Dr. Nûreddîn Zaza, bi rêz û hurmat bi bîrtîne.
Nûreddîn Zaza, siyasetmedarek jêhatî û dilsozek doza azadiya Kurd û Kurdistanê bû. Dûr dîtin bû, hêvî û daxwaza wî yekitiya kurdan bû û xwedî statuyek federala bin. Hêvîya wî li başûrê Kurdistanê hate cîh û li wir kurd bûn xwedî statuyek Federal.
Hêvî û dazwaza nemir Dr. Nûreddîn Zaza, Hêvî û daxwaza me ye jî, Xebata ji bo azadiyê çi li nav welat çi jî li dîyasporayê her berdewam e.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, xebat û tekoşîna Dr. Nûreddîn Zaza pir bilnd dinirxîne û spasiya wî dike. Carek dî em di 35´mîn salvegera koça dawî ya têkoşerê azadiya Kurdistanê Dr. Nûreddîn Zaza, bi rêz û hurmat bi bîrtînin. Ruhê wî şad be, ewê her tim di dilê gelê Kurd de bijî…
Ji hevjîna wî xatûn Gilberte Favre û kurê wî Şango Zaza re jiyanek serbilind temenî dikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

08.10.2023

KDC

FREE
VIEW