Navenda Rewanda Kurdistanî bi hevkariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên gelê Îranê beşdarî xwepêşandanekê bûn
Di meşê de hijmareke zêde kes û nunerên part û kesayetên Kurd li Bakûr, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê amade bûn û têde dengê xwe li hember tundûtûjî û hêzên zordar yên komara îslamiya Îranê bilind kirin
Hêjayî gotinê ye ku di dema meşê de Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmarka piştgirî da raperîna Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî du mehan li dijî zilm û zordariya rejîma Tehranê daketiye kolanan û daxwaza azadî û serfiraziyê dike

