Hewlêr: Tahir Hewramî wê beşdarî 24 saliya wefata Mamlê bibe 

Berpirsê dîska Rewanda Kurdistanê li baregehê Barzanîyê nemir û nûnerê konfedrasiyona rewandên Kurdistanê li herêma Kurdistanê bi amadebûna 24 saliya koça dawî ya hunermendê mezinê Kurd Muhemmed Mamlê

Roja Duşembê 23.01.2022 Tahir Hewramî Berpirsê Dîska Rewanda Kurdistanê li Baregeha Barzanî û Muzafar Ehmed nûnerê Konfedrasiyonê û Navenda Rewanda Kurdistanê li Herêma Kurdistanê beşdarî 24-emîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Mamlê bûn kû li hola serekî ya wezareta rewşenbîrî û lawan hat saz dan 

24mîn salvegera wefata hunermendê mezin yê Kurd Mamlê ji aliyê wezareta rewşenbîrî û lawan û birêveberatiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê ve bi hevkariya rêxistina geşepêdana mediyayê bi navê Mamlê , Lîlandina Avin û Azadî” bi amadebûna partî, kesayet, hunermend û hezkiriyên hunerî û gelek mêvanan pêk hat 

Hêjayî gotinê ye ku hunermendê kurd ê mezin Mamlê ku navê wî Mihemed Seîd Elî ye, di 02.06.1925’an de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mehabadê ji dayik bûye. Bapîrê wî ku xwediyê zêdetirî 700 stranan e, di sala 1994’an de berhema xwe ya dawî weşand û di 23.01.1999’an de li Mehabadê jiyana xwe ji dest da .

___

Navenda Rewanda Kurdistanî ji Norwijê xwest ku li Hewlêrê konsolosxaneyekê veke 

KDC

Holandayê Biryarên Nû Li Ser Xweparastinê Daye

KDC

Amerîka Wê Cezayên Nû Yên Aborî Li Rûsyayê Bibire 

KDC
KDC

FREE
VIEW