Di berdewamiya civîn û serdanên komîteya birêvebirê konfedresyona rewanda Kurdistanê li Hewlêrê de şanda wan serdana baregeha peywendiyên partiya demorkata Kurdistanê kir û ji aliyê berpirsê peywendiyên PDKê ve hate pêşwazîkirin
Şanda Konfedresyona Rewanda Kurdistanê bi serokatiya Serokê Konfedrasyonê Îsmaîl Kamil serdana baregeha peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Cefer Emînkî berpirsê peywendiyên PDKê ve bi germî hat pêşwazîkirin
Di civînê de li ser rewşa Kurdistanê, pêwistiya xebatên lobî û zêdekirina dostan ji bo Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
Ji bilî nirxandina kar û xebatên konfederasiyonê tekez li ser piştgîrî kirina çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistanê kir
Herwiha her du alî li ser vê yekê li hev kirin ku civîn û hevdîtinên bo guhartina nerînan bo xizmet kirina doza Kurdistanê berdewam bin .



