Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê li gel Serokê Komîteya Dostaniya ParlementoyaKurd û Kanadayê, endamê Parlamentoya Kanadayê ku dostekîgelê Kurd e, civiya.
Rehîm Reşîdî ku bi Mr. Kurd tê naskirin, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yên ji bo pêşdebirina doza Kurdistanê de, li ser navê Konfederasyona revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê, bi dostekî nêzîk navdarê Kurdistanê re civiya.
Di hevdîtinê de nûnerê Konfederasyonê li ser awahî û projeyên Konfederasyonê gotûbêjek pêşkêş kir û got kuKanada yek ji wan welatan e ku Kurdên diyaspora li wî welatîdijîn. Sîstema federal û demokratîk a welat û piştgiriyaKanadayê ji bo doza Kurdistanê û hêza Pêşmergan, têkoşînaKonfederasyonê li Kanadayê girîngtir kiriye.
Mr. Kurd di beşeke din ya axaftinên xwe de spasiya piştgîrî û çalakiyên berdewam yên wî parlementerê ku hevalên xwe yên nêzîk bû kir ku bi berdewamî li Parlementoya Kanadayê pirsaKurdistanê dibe di nav parlementoya Kanadayê û piştgiriyaxwe bo Pêşmerge û Kurdistanê diyar dike.
Ji aliyê xwe ve Tom Kamech jî, spasiya nûnerêKonfederasyonê kir û got: “Ez şanaziyê bi dostaniya xwe li gel gelê Kurd dikim û ezê hertim hewl bidim ku bibimdengekî berçav û bibandor bo piştevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurd li Kanadayê bikim.”
Her wiha behsa hewl û bernameyên Konfederasyonê ji bo yekgirtin û birêxistinkirina kurdên Kanadayê kir û soz da ku ji bo alîkarî û piştevaniya yasayî dudilî nake.
Di dawiya civînê de her du aliyan behsa çend pêşniyaran kirinku di pratîkê de li ser asta parlemento û hin saziyên Kanadayêkar bikin û bi vê yekê peywendiyên di navbera gelê Kanada û Kurdistanê de bihêztir bibin.